ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî ser cihanîna lezgîn û tam a hevhatinên Îran û Çînê tekez kir

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: cihanîna lezgîn û tam a hevhatinên Îran û Çînê dibe sdema berfirehkirina hevkariyên du welatan li çarçowa peywendiyên stratejîk.

 Li gorî arpora malpera ragihandinê ya  serokkomariya Îranê, Hesen  Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê roja yekşemiyê li kêleka  birêvebirina civîna rayedarên civata  gotûbêjên hevkariyên Asiyayê li Bankokê li hevdîtina  Lî Yuwan Çao alîakrê serokkomarê Çînê got: Ji ber giringiya  peywendiyên tev Pikenê Têhran ji xebitandina  sermayê li Çînê li warên nift û gazê, tranzît û transportê û teknolojiyê li Îranê pêşewaziyê dike.

Rûhanî bal kişand  ser civîan pêşerojê ya civata  serokên Hevkariya Navneteweyî jibo Vejiyandina  Riya Armûşê û tekez kir: Îran li çarçowa berfirehkirina aboriyê navçê amade ye  rola xwe ya dîrokî derheq vejiyandina vê riyê dubare bike.

Serokê Komaar îslamî  ya Îranê her wiha  nihêrînên  Îran û Çînê li bara piraniya meselên navçê û cîhanê hevpar da zanîn û got : Çîn dikare li vegerandina aramî û istiqrarê li navçê û bitaybet alîkariyên mirovhezane bo xelkê mezlûm  ê navçê ji wan li Yemen û Sûriyê roleke  giring hebe.

Lî Yuwan Çao alîakrê serokkomarê Çînê jî li vê hevdîtinê bal kişand ser vê yekê ku  hevkariyên  Têhran-Pikenê ketiye nav qonaxeke teze û got : Asta peywendiyên  Îran û Çînê gihêştiye  asta stratejîk û hevhatinên her du welatan jî li halê cihatinê ye.

Alîkarê serokkomarê Çînê bal kişand ser pêwîstiya berfirehkirina hevkariyên  aborî û bankî navbera Îran û Çînê û got: Çîn saziyên fînansî han dide ku tev aliyên  îranî têkliyên xwe berfireh bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu