IraqNûçeRojhilatanavin

Ebû Ebdurehman Şîşanî hat kuştin

Antî-Teror a Herêma Kurdistanê ragihand, ku berpirsekî mezin ê DAIŞê yê bi navê Ebû Ebdurehman Şîşanî li başûrê Mûsilê hatiye kuştin.

Hêza Antî-Terorê ya ser bi Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, “di êrişeke firokeyên şer ên hevpeymanan de, terorîstê mezin Ebû Ebdurehman Şîşanî hat kuştin.”

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Terorîstê mezin Tamas Şîşanî yê naskirî bi ebû Ebdurehman Şîşanî û çend alîkarên wî di roja 17-09-2016 de li nêzîkî devera Elşor a li başûrê Mûsilê bûna armanc û hatin kuştin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu