CîhanMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Li Başûrê Sûdanê 5 milyon kes rûbirûyî birçîbûnê ne

Nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Bernameya Xurekan a Dinyayê (WFP) Rim Nada got ku li Başûrê Sûdanê nêzîn 5 milyon mirov ji berê berdewam bi birçîbûn û xelayê re rûbirû ne.

Nada diyar kir ku ew 5 milyon kes 40 ji sedê serjimariya Başûrê Sûdanê pêk tînin û got, ‘Dê heyama hişkiyê meha Tîrmehê de, hejmar bigihîje 5 milyon û 500 hezar kesan ku 100 kes ji niha ve rûbirûyî birçîmayînê bûne.’

Nada da zanîn ku ew li ser navê WFPê amade ne her cure alîkariyan bigihînin Başûrê Sûdanê û Somaliyê û got, ‘Herêmên ku herî zêde mirov tengasiyan dikişînin deverên şerê tund diqewime ne û em nikarin xwarinan bigihînin wan deran.’ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu