ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Pêvajoya Astaneyê tenê tevger e ku dikare aştiya mayînde li Sûriyê pêk bîne

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Şemiyê bi şev li civîna nûçegihaniya hevpar digel wezîrên karên derve yên Tirkiye û Rûsiyê li Moskoyê got ku pêvajoya Astaneyê vê gavê tenha tevger e ku diakre bi hevkariya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û aliyên din bibe sebeba aştiyeka edlane û mayînde li Sûriyê.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf tevî pêgiriya li ser vê yekê ku civata navneteweyî divê ji Pêvajoya Astaneyê û serêxwegirtina rêkara sioyasî lis er esasa biryarên civîna Sûçiyê piştgiriyê bike, bi bîr xist: Qeyrana Sûriyê tenê bi riya siyasî va dê bikare were çareserkirin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Sê welatên misogerkirên Pêvajoya Astaneyê di asta serok û wezîrên karên derve  hertim piştgiriya xwe ji xalên hevpar weke parastina serwerî, yekparçetî, serxwebûna siyasî, yekîtiy neteweyî ya Sûriyê û çareserkirina qeyrana vî welatî ji riya siyasî va ragiahndine.

Zerîf her wiha ji civata navneteweyî xwest klu bona avedankirina Sûriyê bigihêjin hawara gelê vî welatî.

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê, Sêrgêyî Lavrof jî li vê civîna nûçegihaniyê got ku Rûsiye, Îran û Tirkiye li ser nepejirandina hewildanên bona parçekirina Sûriyê pêgiriyê dikin.

Wezîrê karên derve yê Tikriyê, Mewlûd Çawûşoxlû jî tevî pêgiriya lis er vê yekê ku Pêvajoya Astaneyê tenha xuliqkrî û dahêneriya navneteweyî ya serketî li cîhanê bona çareserkirina qeyrana Sûriyê ye, bi bîr xist ku Îran, Rûsiye û Tirkiye bi awayekî çalak li çarçova Pêvajoya Astaneyê bi hev ra dixebitin.

Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê sibeha duh anku Şemiyê bi mebesta beşdariya li civîna sêalî ya wezîrên karên derve yên Komara Îslamî ya Îranê, Rûsiye û Tirkiyê li ser Sûriyê gihîşte Moskoyê.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvbana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan welatan her wiha Rêjîma Siyonîst ji bo hilweşandina dewleta qanûnî ya Bişar Esedê serokomarê Sûriyê dest pê bûye.

Başa dön tuşu