ÎranNûçeRojhilatanavin

Êdî tu bawerî bi rayedarên emerîkî nemaye

Rehmaniyê Fezlî, Wezîrê karên hundir ê Îranê, roja Pêncşemiyê li parêzgeha  Yezdê li navenda Îranê, bal kişand ser dijminatiyên eşkere yên Emerîkayê li hember gelê Îranê û derketina yekalî û neqanûnî ya welatê hanê ji rêketina navokî û got: “Êdî  tu bawerî bi rayedarên  emerîkî nemaye û êdî muzakira dubare bi Emerîkayê re nikare serê xwe bigire“.

Rehmaniyê Fezlî her wiha destnîşan kir: “Derketina Emerîkayê ji hevhatina  navneteweyî ya navokî û hevrênebûna  cînarên Îranê û hejmareke  zêde ji welatên cîhanê bi siyseta Emerîakyê, rewşekek zelaltir ji bo hevkariyên aborî li  pêşerojê ji bo  Komara  Îslamî ya Îranê bi welatan re  pêk anî“.

Wezîrê karên hundir ê Îranê bal kişand ser vê yekê ku serkirdeyên Emerîkayê tim lêdigerin  Komara Îslamî ya Îranê lawaz bikin û got: “Piştî derbasbûna  40 salan  ser Inqilaba Îslamî, nikarin gefa boykota niftê li Îranê bixwen“.

Rehmaniyê  Fezlî got: “Dijmin bi sîstema  bi hêz a propagende û medyayî, lê digere li hundirê Îranê alozî û bêewlehiyê çê bike, da ku pirsgirêka  herî biçûk ên navxweyî mezin nîşan bide“.

Başa dön tuşu