NûçeRojhilatanavinSûriye

Efserekî Rûsî li Sûriyê hat kuştin

Wezareta berevaniya Rûsî ragihand efserekî wan bi sedema giranya birînên xwe jiyana xwe jidest da.

Wezaretê di daxuyaniyekê de eşkere kiriye, efserekî wan bi pileya (eqîd) bi navê (Vîtalî Fîdyanîn) piştî ku di şerê Sûriyê de birîndarbû, îro jiyana xwe jidest da.

Berî çend rojan Mosko ragihandibû ku efserê pile bilind ceneral (Valîrî Esabov) bi sedema armanckirina wî bi mûşekekê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye kuştin, û çend alîkarên wî jî birîndar bûne.

Li gel beşdariya artêşa Rûsiyê di şerê Sûriyê de, heya niha hejmarek ji efser û serbazên wê hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu