IraqNûçeRojhilatanavin

Efserên rêjîma Sedam fermandariya şerên DAIŞ`ê li Iraqê dikin

Belgeyên têkildarî koma têrorîst a DAIŞ`ê li zanîngeha Mûsilê nîşan didin ku efserên pilebilind ên rêjîma Sedam, fermandariya şerên koma têrorîst a DAIŞ`ê li Mûsilê kirine.

Televîzyona Al-Mayadin`ê îro hin belge nîşan dan ku li gorî wan efserên pilebilind ên rêjîma Sedam, fermandariya şerên koma têrorîst a DAIŞ`ê li Mûsilê kirine.

Li gorî rapora televîzyona Al-Mayadin`ê, di nava belgeyên hanê da dosîyeke heye ku navên têrorîstên DAIŞ`ê navda ne, di nava wan navan da navê 3 kesên ku tevlî artêşa qaşo Dabiqê a DAIŞ`ê bûne xûya dikin.

Ew dosîye nav û nasnavên kesên hanê û dema ku tevlî DAIŞ`ê bûne, dema ruxsetwergirtina wan û cûra çek û sîleha ber destê wan digire ber xwe ku hin ji wan navan bi rengê kesk hatine diyarkirinê.

Di belgeyên hanê da behsa vîya nebûye ku ew têrorîst ên kê derê ne, lê di hin dosîyeyan da hin nîşane hene ku eyan dikin ew ji kîjan welatî ne.

Di wê lîsteyê da herwiha nav û peyvên ku serdema artêşa berê ya Iraqê da dihatin bikaranînê, hatine bikaranîn ku eva nîşan dide têrorîstên hanê tecrubeya cêng hebûne û muhtemel e ku hejmarek ji kesên hanê beşek ji artêşa Sedam in ku li şerê dijî Îranê jî beşdar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu