NûçeRojhilatanavinSûriye

Pêgirîya Sûrîyê ser têkoşîna dijî têrorîsmê

Nunerê Sûrîyê li NY tevî şermezarkirina destdirêjîya Amerîka, Ingilîs û Fransayê ser wî welatî got: Tevî hemî zextan, emê têkoşîna dijî têrorîstên ku welatên rojavayî pişta wan digirin bidomînin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Bişar Ceiferî şeva buhurî li civîna awarte ya Konseya Ewlehîyê ya NY ku li gorî daxwaza Ûrsêtê û bi dû êrişa neqanûnî û yekalî ya Amerîka, Ingilîs û Fransayê ser Sûrîyê hat lidarxistinê, got: Têkoşîna Şamê dijî têrorîsmê dê bidome.

Nunerê Sûrîyê li NY êrişa Amerîka, Ingilîs û Fransayê ser hin navendan li Sûrîyê binpêkirina qanûnên navnetewî zanî û got: Armanca êrişa ser Sûrîyê zordayîna ser dewleta vî welatî bi hegera têkoşîna li hemberî wan têrorîstan e ku welatên rojavayî pişta wan digirin.

Bişar Ceiferî herwiha got: Divê Amerîka, Ingilîs û Fransa bizanin ku piştî 7 salên êrişa têrorîstî ya ser Sûrîyê ku her sê welatên hanê pişta wê digirin, em sist nabin û têkoşîna me li hemberî têrorîstan dê bidome û em micid in ku li hemberî destdirêjîyê bisekinin.

Nunerê Sûrîyê li NY bi gotina vîya ku Sûrîye û dostên wê baş dizanin ku dikarin li hemberî destdirêjîya ser Sûrîyê bisekinin, dîyar kir: Em ji Konseya Ewlehîyê dixwazin ku menşûra NY bîne bîra wan sê welatên destdirêjkir, çimik rola vê konseyê parastina aştîya navnetewî ye ne gefa li hemberî wê.

Bişar Ceiferî herwiha got: Sûrîyê mafê berevanîyê heye û dê bersiva vê destdirêjîyê bide.

Amerîka, Ingilîs û Fransayê duh berbangê êrişî Sûrîyê kirin.

Li gorî rapora hin çavkanîyan, balafirgeha Meze ya Şamê, navenda lêkolînan li Berzê li Şamê, Cemraya û Mesyafê bûne armanca êrişên mûşekî. Artêşa Sûrîyê jî bi yekîneyên xweparastina hewayî li hemberî êrişên hewayî yên Amerîka, Ingilîs û Fransayê sekinîn.

Başa dön tuşu