ÎranIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Eger hevkariya îranê neba, dê Iraq û Sûriyê parçe bibana

Wezîrê berevanî û Piştevaniya ji hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku jibo xurtkirina aramiya li navçeyê gellek zehmetî hatine kişandin, got: Eger hevkariyên bi cangorîtî yên Îranê nebûna, Iraq û Sûriye dê bi dest xêrnexwaz û dijminên aştî û ewlehiyê bihatina parçekiirn.

Wezîrê berevanî û Piştevaniya ji hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, Emîr sertîp “Emîr Hatemî” roja Pêncşemiyê di hevdîtina bi fermandarên hêza deryayî, Hewanîroz (Çiqa hewayî ya Hêza bejahiyê) û pedafenda hewayî ya artêşa Iraqê tevî amajeya bi rewşa siyasî û ewlehiyê ya navçe û cîhanê, got: Gef û derfetên li pêşberî du welatan vê pêwîstiyê pêk tîne ku rayedarên leşkerî û rêvebir gotûbêjên zêdetir jibo dabînkirina berjewendiyên du gelan û aramî û tenahiya navçeyê pêk bînin.

Wezîrê berevanî û Piştevaniya ji hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Têrorîstzanîna Sipahê Pasdarên Înqlaba Îslamî ji aliyê Amerîkayê va tolhildanek bû ku wna ji kiryarên sipahê li dijî têrorîsmê li Iraq û Sûriyê pêk anîn. Her çend ku wan dil hebûn ku bi vî karî pêşî li pêvajoya siyasî û ewlehiyê li Iraq û Sûriyê bigirin.

Wezîrê berevanî û Piştevaniya ji hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku hevkariyên berevaniyê yên Îran û Iraqê dê bibe sebeba hevsengî, aştî, aramî  ewlehiya navçeyê, destnîşan kir ku du welatan vîn û biryareke ciddî û baş jibo berfirehkirina danûstandinên xwe hene.

Fermandarên pileberz ên leşkerî yên Iraqê jî di vê hevdîtinê da tevî  diyarkirina kêfxweşiya xwe ji hatina bo Îranê, li ser pêwîstiya xurtkirina pêwendiyên berevaniyê yên dualî li ser esasa cînaretiya Baş û pêwendiyên siyasî, ewlehî, dînî û civakî yên navbera du welatan û li gorî berjewendiyên du gelan pêgirî kirin.

Başa dön tuşu