Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Ehmed El Xezaban berpirsê dosyeya aştiyê li navçeya Wadî Berdiyê li bakurê rojavaya Şama paytexta Sûriyê êvara şemiyê ji aliyê têrorîstan va hat kuştin

Ehmed El Xezaban berpirsê dosyeya aştiyê li navçeya Wadî Berdiyê li bakurê rojavaya Şama paytexta Sûriyê êvara şemiyê ji aliyê têrorîstan va hat kuştin.

Têrora Ehmed El Xezban ji aliyê kesên çekdar va li navçeya Wadî Berdiyê li halekî bû ku dewleta Sûriyê û komên têrorîst ên hazir li vê navçeyê pêştir ji bo destpêkirina agirbesê ji saet 9`ê roja şemiyê li hev kiribûn.

Li ser esasa lihevkirina pêkhatî biryar bû hevdem digel destpêkirina agirbesê kesên çekdar bi radestkirina çekên xwe ji navçeya Wadî Berdiyê derkevin û herin dorhêla Idlibê li bakurê rojavaya Sûriyê ku bi têrora Ehmed El Xezban ji aliyê endamên koma têrorîst a Cebheya Nusreyê va, ev agirbes di pratîkê da hat binpêkirin.

Têriorîstên hazir li Wadî Berdiyê ji wan Cebheya Nusreyê ji 24`ê Kanûna 2016`an va çavkaniyên sereke yên dabînkirina ava Şamê ku li vê navçeyê ne, lewitandine.

Di heyama çend hefteyên buhurî da ava Şamê ji ber viya qut bûye û gihandinan avê li paytexta Sûriyê bi tankêran pêk tê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu