EfrîqaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Grûba cihadîst dîlê kanadayî bi ser jêkirinê kuşt

Li Filipînê rêxistina Ebû Seyyaf ku bi El Qaîdeyê ve girêdayî ye ragihand ku wan dîlê kanadayî Robert Hall ku ji sala borî ve di destê wan de bi ser jêkirinê kuştine.

Rêxistina terorîst a Ebû Seyyaf ji 21ê Îlona 2015an û vir ve Robert Hallê kanadayî di destê xwe dîl digire û ji bo serbest berdana wî bi milyon dolaran fidye xwestibû. Rêxistinê ji 4 welatiyên kanadayî ku sala borî revandibûn, yek jê John Ridsdel nîsana borî kuştibû.

Rêxistina Ebû Seyyaf ku li girava Jolo ya Filipînê bi bandor e, he jî jineke filipînî û mêrekî norvecî di destê wan de ye.

Kanadayê dana fîdyeyê red kiribû

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau meha borî di zîrweya G7ê de daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku em ê fîdyeya ji bo dîlan tê xwestin nedin. Dewleta Kanadayê di mijara dîlan de mûzakereyan bi terorîstan re nake, lê em ê piştgiyê bidin Artêşa Filipînê li hemberî rêxistina terorîst. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu