El-Ebadî: Bila Wezareta Karên Hundir a Welêt di destê Rêxistina Bedrê de bimîne
Çavkaniyek li Rêxistina Bedra Iraqê got ku serokwezîrê vî welatî dil heye posta Wezareta Karên Hundir dîsa jî bispêre destê nunerekî Rêxistina Bedrê.
Li gorî rapora ISNA`yê, Hesen El-Saidî yek ji endamên parlemana Iraqê û endamê Rêxistina Bedrê ragihand ku Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê dil heye posta Wezareta Karên Hundir bide nunerekî vê rêxistinê û berbijarê Bedrê jibo vê postê Qasim El-Ercî serokê fraksiyona Bedrê li parlemanê ye.
El-Saidî got: El-Ebadî li civîna roja şemiyê tev Hadî El-Amêrî got ku posta Wezareta Karên Hundir piştî îstifaya Muhemed Salim El-Qeban wezîrê karên hundir ê berê ji Rêxistina Bedrê dê di destê Rêxistina Bedrê de be.
El-Qeban piştî teqîna terorîstî li navça El-Kuradê li Hezîrana buhurî ku bû sedema kuştina nêzîkî 350 iraqiyan ji posta xwe îstifa kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)