NûçeFilistînMafên MirovanRojhilatanavin

Hişyariya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê derbarê rewşa nexweşxaneya Nasir

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî xwest ku ji bo parastina canê kadroyên tenduristiyê, nexweş û awareyên li Nexweşxaneya Nasir demlidest bikevin dewrê.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku 4 nexweşên nexweşxaneya Nasir li zîvala Xezeyê ji ber nebûna alavên nefeskişandinê û qutbûna oksîjenê şehîd bûne.Li gorî ragihandina vê wezaretxaneyê, leşkerên siyonîst bi dorpêçkirin û êrişa ser vê nexweşxaneyê, kadroyên pizîşkî, nexweş û awareyên mayî li vê nexweşxaneyê, li ber cinayeta jînosaydê ya berdewam de ne. 

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê bal kişande ser vê yekê ku Rejîma Siyonîst hewl dide nexweşxaneya Nasir xera bike û tekez kir:

Ev nexweşxane istûn û bingeha pêşkêşkirina xizmetguzariyên pizîşkî li Zîvala Xezeyê ye û ji kar ketina wê karesatek e.  vê wezaretxaneyê bang li saziyên navneteweyî  ji wan  Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî û Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor kir ku   bila bilez ji bo parastina kadroyên pizîşkî, nexweş û awareyên Nexweşxaneya Nasirdemlidest bikevin tevgerê.

Başa dön tuşu