IraqNûçeRojhilatanavin

El-Ebadî: Bila Wezareta Karên Hundir a Welêt di destê Rêxistina Bedrê de bimîne

Çavkaniyek li Rêxistina Bedra Iraqê got ku serokwezîrê vî welatî dil heye posta Wezareta Karên Hundir dîsa jî bispêre destê nunerekî Rêxistina Bedrê.

Li gorî rapora ISNA`yê, Hesen El-Saidî yek ji endamên  parlemana Iraqê û endamê Rêxistina  Bedrê ragihand ku  Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê dil heye posta Wezareta  Karên Hundir bide  nunerekî vê rêxistinê û berbijarê Bedrê jibo vê postê Qasim El-Ercî serokê fraksiyona Bedrê li parlemanê ye.

El-Saidî got: El-Ebadî li civîna roja şemiyê tev Hadî El-Amêrî got ku  posta Wezareta Karên Hundir piştî îstifaya  Muhemed Salim El-Qeban wezîrê karên hundir ê berê ji Rêxistina Bedrê dê di destê Rêxistina Bedrê  de be.

El-Qeban piştî teqîna terorîstî li navça  El-Kuradê li Hezîrana  buhurî ku bû sedema kuştina nêzîkî 350 iraqiyan ji posta xwe îstifa kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu