FilistînNûçeRojhilatanavin

El-Fetih: Mehmûd Ebbas dê ji bifermînaskirina Israyîlê vegere

Cîgirê Serokê Tevgera Fethê got: Serokê Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê Mehmûd Ebbas dil heye ji “bifermînaskirina Israyîlê“ vegere.

Cîgirê Serokê Tevgera Fethê Mehmûd Aê Alûl di hevpeyvîna digel Rojnama Quds Al Arabîyê de herwiha got: Serokê Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê Mehmûd Ebbas di civîna bê ya Civata Navendî ya Fethê da bi pêgirîya ser qebûlnekirina dewama rewşa nika, dê ibtalkirina bifermînaskirina Îsrayîlê û rawestandina hevdengîya ewlehî ya digel wê ragihîne.

.Cîgirê Serokê Tevgera Fethê herwiha got: Dewleta Donald Trump piştî veguhestina balyozxana Amerîkayê bo Qudsê û handana derheq domandina çêkirina bajarokan li Sîyonîstan, biryara alozkirina navçê daye û niha xwe jibo xistina deverên rexê rojavaya çemê urdinê ser Filistîna Dagirbûyî amade dike lê yê îzn neyê dayîn ku Amerîka rewşa niha bidomîne.

Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê di sala 1993`yê de ligorî rêketinama Oslowê, Rêjîma Sîyonîst bi fermî nas kir lê wê rêjîmê tu yek ji xalên wê rêketinamê cih neanî.

Li gorî vê raporê, Amerîkayê dil heye piştî meha Remezanê, plana xwe ya bi navê Danuistandina Sedsalê ku ligorî wê Quds radestî Rêjîma Sîyonîst tê kirinê û Filistîn tenê dibe xwedîyê erdên mayî li rexê rojavaya çemê Urdinê û Zîvala Gezzê, cih bîne. 

Başa dön tuşu