NûçeRojhilatanavinSûriye

El-Nusra xelkê rojhilatê Helebê rehîn digire

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro çarşemê diyar kir ku rêxistina “Cebhet El-Nusrayê” xelkê rojhilatê Helebê rehîn digire.

Herwiha wezîrê rûs wiha dewam kir: “Baş tê bîra min, gava me ew biryar(ya Neteweyên Yekbûyî derbarê Sûriyeyê)  da, Kerry got ku ew kesên dixwazin bibin beşek ji çareseriyê, divê demildest têkiliyên xwe bi terorîstan re qut bikin. Ev gotin wek zêrê zer û em hîn li hêviyê ne ku pêk werin û bên misogerkirin”.

Ji aliyê din, fermandarekî ji Artêşa Sûriyeyê ragihandibû ku El-Nusrayê bêhnvedana mirovî bi kar aniye û êrîşên xwe li ser Helebê zêde kirine ta ku operasyoneke berfireh li dijî sivîlan pêk bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu