Elaedîn Birûcirdî; Dijmin lê digere derbê li Îranê bide

Serokê Komîsiyona ewlehiya netewî û siyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya îranê got: Dijmin bi dû viyaye ku hi riyên curbicur derbê li Komara islamî ya îranê xwîne.
Elaedîn Birûcirdî serokê Komîsiyona ewlehiya netewî û siyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya îranê li gotûbêja xwe ya îro tev ajansa nûçan a Cewan bal kişande ser viya hêtimala terora Biyolojîke karbidestên komara islamî ya îranê ji aliyê dijmin heye got: Mesela terorên Biyolojîk girîng û micide û û ev mesela li Komîsiyona ewlehiya netewî û siyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya îranê tê lêkolîmkirin.
Elaedîn Birûcirdî destnîşan kir; Bona lêkolîna ser terorên Biyolîjîkî li Komîsiyona ewlehiya netewî û siyaseta derve ya meclisa şêwra islamî , agehdarî û belgeyên pêwîst kom dibin û paşê ji berpirsên welêt dewet dibe ku li vê barê biryarê bigrin.
Hejî gotinê ye ku Elî Dadman kurê şehîd Rehman Dadman wezîrê berê yê rê û teranzîta îranê duşemiya bihurî ji ber qanserê emrê xwedê kir û hatiye ragihandin ku li seferekî xwe yê derveyî ketiye ber hedefa êrişekî Biyoterorîzm ku ji ber vê êrişê rastî qanserê hat.
Mudehek berî niha jî Nadir Talibzadeh derhênerê telivîzyonî û roknamevamê îranê piştî ku li nexweşxaneyekê hate razandinê li gotûbêja xwe tev rojnamevanan ji terora xwe ya Biyolojîkî li seferekê ku çûbû Iraqê xeber dabû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)