Elaedîn Brucerdî: Pirsgirêka navbera Îran û Erebistanê, pirsgirêka şîe û sunne nîne
Elaedîn Brucerdî, jînosayda li Yemenê û zilma çend salî li gelê Behreynê şermezar kir û got: Şerên ku ser navçê hatin sepandin, şerên bi wekaletê ne û emerîkî piştî işkesta li Iraqê û ji bo girtina pêşiya kuştina eskerên xwe ser navçê de disepînin.
Serokê Komsîyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Emerîka li cîhanê bûye pirsgirêkeke ewlehiyê ji ber ku li her devereke bi krîz di cîhanê de, dema însiyatîveke xweriste ji bo aşitiya mayînde pêk tê, cimaet hêrs dibe.
Birucerdî bal kişand ser vê yekê ku Emerîka tenê zimanê zorê fehm dike û destnîşan kir: Îranê siyasetên serokkomarê Rûsiyê li hember gotinên pûç ên dewleta Emerîkayê dipesnîne ji ber ku ev siyaseta li Komara Îslamî ya Îranê jî tê şopandin.
Serokê Komsîyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê her wiha bal kişand ser vê yekê ku pirsgirêka navbera Îran û Erebistanê, pirsgirêka şîe û sunne nîne û destnîşan kir: Îranê bi caran raghandiye ku ji bo gotûbêja bi Erebistanê re jibo çareserkirina pirsgirêkan li navçeyê amade ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)