CîhanEwropaNûçe

Êlegzerên fransî carek din daketin kolanan

Li gorî rapora Kanala BFM a Fransayê, nerazîyên himberî sîyasetên aborî yên dewleta vî welatî ku hefteya buhurî bi kêmtir j i19 hezar kesî li seranserî Fransayê seferberîya xwe ya herîlawaz ji destpêka Tevgera Dijî Sermayedarîyê (Êlegzer) ve nîşan dan, îro Şemî 11 Gulanê careka din daketin kolanan.

Li gorî vê raporê, ligorî planê dê kombûnên nerazîbûnê li seranserê Fransayê ji wan li Parîs, Lîyon, Nant, Mopolîyê, Bordo û Istirasborgê bên lidarxistinê.

Rojekê bi dû weşandina nameya komeke kesayetîyên çandî û hunerî yên Fransayê têkildarî piştgirîya ji tevgera Êlegzeran, gellek çavdêr û şirokerên sîyasî ser wê bawerê ne ku ji vir pê ve divê li benda guherîna nû li şêwaza nerazîbûnên gelanî yên himberî sîyasetên Serokomarê vî welatî Emanoel Mekron bin.

Şemîya buhurî, Balafirgeha Şarl Dogol a Parîsê û çend şarên din ên Fransayê qada nerazîbûna himberî dewleta vî welatî bûn.

Başa dön tuşu