NûçeRojhilatanavinSûriye

Wezîrê karên derve yê Sûriyê qala dewama şerê dijî komên tekfîrî têrorîstî li navçeyên cûrbicûr ên vî welatî kir

Li gorî rapora  kanala Al Alamê, Wezîrê karên derve yê Sûriyê, Welîd Muelim roja Pêncşemiyê li hevdîtina bi Yan Hamaçêk wezîrê karên derve yê Komara Çêkê li Şamê got: Sûriye ji her rêkara siyasî û bi aştî li ser esasa parastina hakimiyet, yekparçetî û yekîtiya neteweyî ji bo bidawîanîna qeyranê piştgiriyê dike.

El Muelim got: Dewleta Sûriyê dê her cûre hewildanekê ji bo vegeriyana xwebexş a awareyan bo navçeyên ku ji bin dagirkeriya têrorîstan hatine azadkirin, pêk bîne.

Wezîrê karên derve yê Sûriyê her wiha got: Civaka cîhanî û rêxistinên navneteweyî jî divê alîkariya dewleta Sûriyê ji bo dabînkirina hewcetiyên seretayîyên gelê Sûriyê bi taybet awareyên ku vedigerin navçeyên xwe bikin, ji ber ku boykotên aborî yên yekalî yên welatên rojavayî bi tayebt Yekîtiya Ewropayê gellek ziyan li gelê Sûriyê xistine.

Wezîrê karên derve yê Komara Çêkê jî got ku dewleta wî balyozxaneya xwe li Şamê vekirî hiştiye da ku hevkariya xwe bi Sûriyê ra bidomîne ji nêzik va haya wê ji rastiyên li vî welatî hebe.

Başa dön tuşu