FilistînMisrNûçeRojhilatanavin

Îzet El-Reşeq: Gotûbêjên navbera komên filistînî li bara aşitiya neteweyî û pêşniyara hevhatina agirbesê li Qahira paytexta Misrê kuta bû

Endamê nivîsgeha siyasî ya tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê( Hamas) destnîşan kir ku gotûbêjên navbera komên filistînî li bara aşitiya neteweyî û pêşniyara hevhatina agirbesê li Qahira paytexta Misrê kuta bû.

 Li gorî rapora navenda raghandinê ya Filistînê, Îzet El-Reşeq, endamê Hemasê îniyê şevê di twîtekê de nivîsî: Komên filistînî nihêrînên xwe li bara pêşiyara agirbesê li Gazayê û her wiha plana  aşitiya neteweyî xistin rojevê û muhtemel e dewra nû ya gotûbêja navbera komên filistînî çend rojên tê destpê bibin.

Di hemen demê de, Xelîl El-Hiye, cîgirê serokê nivîsgeha siyasî ya Hamasê li Gazayê destnîşan kir ku hewldanên  Misr, Qeter û aliyên  navneteweyî ji bo cihhatina  agirbesa navbera berxwedana  Filistînê û Rejîma  Siyonîstî li qonaxa dawiyê nêzîk bûye û ev hevhatina  li gor  hevhatinên sala 2014an  e.

Hevhatina  aşitiya neteweyî li 23 Nîsana 2014`an  navbera Hamas û tevgera Fathê ji bo damezrandina dewleta Wifaqa neteweyî hat îmzekirin û biryar  bû 6 mehan piştî wê jî hilbijartin were lidarxistin ku ev yeka neqewimî û dewleta Wifaqa Neteweyî erkdariya xwe li zîvala Gazayê destpê nekir.

Taximek ji tevger Hamasê tev taximek ji komên  filistînî ji sêşemiya buhurî yanê 14 tebaxê ve ji bo beşdariya li gotûbêjên  aşitiya neteweyî û agirbesê berê xwe dan Qahirê û hin hevdîtin bi berpirsên  Rêxistina  Îstixbarata Misrê re ji bo hevdengkirina helwestên xwe li bara agirbesê li dar xistin.

Başa dön tuşu