ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Elewî: DAIŞ ji ber bêşiyanî û lawaziyê kiryarên hovane pêk tîne

Wezîrê ewlekariyê yê Komara Îslamî ya Îranê got: Koma tekfîrî ya DAIŞ`ê ji ber bêşiyanî û lawaziyê berê xwe daye pêkanîna kiryarên hovane û diltezîn.

Seyd Mehmûd Elewî wezîrê ewlekariyê yê Komara Îslamî ya Îranê berêvariya şemiyê li peyama xwe ya sersaxiyê bo malbatên şehîdên bûyera têrorîstî ya vê adwiyê li Iraqê destnîşan kir: Ev cûre kiryarên dijminên îslamê heta nikare piçekî ji vîn û îrada hezkiriyên binemala pêxemberê îslamê (S) kêm bike.

Wezîrê ewlekariyê yê Îranê got: Koma tekfîrî ya DAIŞ`ê ku li qada şerê dijî şopînerên mekteba binemala pêxemberê hêjayê îslamê (S) tûşî şikestên li pey hev bûye, têdikoşe ku bi bikaranîna her amorekê ji wan şehîdkirina ziyaretkirên binemala pêxember şikestên xwe yên li lû hev li pêşberî erbabên xwe cubran bike.

Pêncşemiya buhurî di encama teqîna tankêreke ardûyê ku bombe têda hatibû danîn li benzînxaneya taxa El Şûmeliya bajarê Hileya navenda parêzgeha Babilê li başûrê Bexdayê derdora 100 ziyaretkirên Îmam Hisên (S) şehîd bûn û hejmarek jî birîndar bûn.

Hejmareke zêde ya şehîdên teqîna têrorîstî ya Hileyê ku koma têrorîst a DAIŞ`ê berpirsiyariya girte ustiyê xwe, îranî ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu