ÎranNûçeRojhilatanavin

Elewî: Îran tenha welatek e ku têrorîstan nekarîne karên têrorîstî têda bikin

Wezîrê Lêzanîn û ewlehîya Îranê got: Îran tenha welatek e ku bi kerema Xwedê têrorîstan tevî zext û sermayedanîna zêde ya hin welatan, nekarîne karên têrorîstî têda bikin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Seyîd mehmûd Elewî şeva buhurî li merasima hatina gemîya Kurûz a oqyanûsger nav avên grava Kîşê, bil kişand ser gotinên rêberê giranqedir ê inqilabê û got: Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê inqilabê îsal li gotinên xwe yên Newrozê bal kişand ser vê xalê û got ku gelê Îranê sala 1395`ê di nava ewlehîya mayinde da derbas kir. Eva li halekî ye ku welatên derdora Îranê ji wan Iraq, Sûrîye û Tirkîye aloz in û yan li welatên wek Norwej, Fransa û Amerîkayê jî kiryarên têrorîstî pêk tên.

Gemîyeke Kurûz a oqyanûsger bi navê Suny ku gemîyeke geştyarî û rehetîyê ye şeva buhurî û yekem car piştî serketina inqilaba islamî derbasî grava Kîşê bû.

Ev gemîya heftqatî, 176 mêtran dirêj e û panatîya wê jî 23 mêtir e ku 130 kabîn û 417 textên razanê têda hene û bi giştî imkanên baş ên rehetîyê jibo geştyaran têda hene.

Ev gemîya yê di navbera gravên Kîş û Qişmê û benderên din ji wan Bender Ebasê da hatinûçûyînê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu