CîhanEwropaNûçe

Li Çekyayê ji ber şewbê 70 kesî jiyana xwe ji dest da

Wezareta Tendirustî ya Çekyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji ber şewba H3N2 ji serê mehê pê ve herî kêm 70 kesî jiyana xwe ji dest da.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ji sedî 80ê kesên ku jiyana xwe ji dest da mirovên ji 60 salî mezintir in û li welatê Çekyayê her ji sedî 2 kes li hemberî şewbê tekoşînê dide.

Li seranserê welatê Çekyayê 110 kes bi teşxîsa nexweşiya şewbê li nexweşxaneyan têne dermankirin. Sala borî jî li Çekyayê ji destpêka meha berfenbarê hetanî dawiya sibatê ji ber şewbê 108 kesan jiyana xwe ji dest dabû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu