IraqNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên dreve yê Iraqê tekez kir ku ev welata terorîstan naşîne tu welatî belkî bixwe goriyê terorîzmekê ye ku ji endamê wê ji 100 welatên cîhanê derbasî nav Iraqê bûne

Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê li merasima rêzgirtinê ku wezareta karên derve jibo goryên terorîzmê li dar xistibû got: Iraqê karî ji Tecrîdê rizgar bibe û niha em hêvî dikin em bikarbin ji hemî krîzan derbas bibin.

Iraq ne welatek e ku  terorîstan bişîne welatên din belkî bixwe goriyê terorîzmekê ye ku ji nêzîkî 100 welatên cîhanê derbasî nav Iarqê bûne.

Wî diyar kir: Eva durust nîne ku  her welatê ku me xwest terorîst bi anv bikin em bixwe goriyê terorîzmê ne û  me  li riya  rawestana  li ber terorîzmê xwîna xwe rojandiye.

Terorîst jibo berfirehkirina  kuştinê ketien nav Iraqê û  lê em  gelekî bi şaristaniyet in û welatên din  rehet wek terorîst bi anv nakin.

Ceferî diyar kir: Iarq îro rojê tevî rewşa xirab ku heye  jiyana xwe didomîne û hemî gelê cîhanê baş dizanin ku  welatê me  rêveberiya  şerekî biçarenivîs  û cîhanî li dijî terorîzmê dike ku li  sedsala 21an  bi êrişa ser Waşengton û Niyoyorkê destpê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu