CîhanÎranLubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Elî Larîcanî gotinên Trump li bara Golana Sûriyê şermezar kir

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê Elî Larîcanî gotinên bi provaksiyon ên serokomarê Amerîkayê Donald Trump li bara deshilata Rejîma Îsraîlê ser Golana dagîrbûyî ya Sûriyê şermezar kir.

Li gor IRNA, Larîcanî ev gotinên Trump li bara Golana Sûriyê li dijî prensîbvên însanî û mafên navneteweyî û biryarnanmên navneteweyî da zanînê.

Serokê meclisa Îranê şêwaz û helwêstên serokomarê Amerîkayê li hemberî raya giştî ya cîhanê û li dij welatan talukeyek ji bo aştî û îstiqrarê bi taybet li Rojhilata Navîn da zanîn û ji civak û rêxistinên navneteweyî û Yekitiya Nevparlemanî xwest bi pêngavên cidî rê li ber karesateke din li navçê bigirin.

Larîcanî herwiha pêgîrî kiri ku piştgiriyên bê fikir û mentiq ên Trump ji Rejîma Siyonîstî û nijadperestiyê dibe sedema êrişên terorîstî yên wekî  êrişa vê dawiyê li ser mizgevtên Zelanda Nû.

Başa dön tuşu