CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Li Lîbyayê êrîş li ser binkeyeke hewayî pêkhat û 141 kesan mirin

Li Lîbyayê hêzên milîs ên ku ji aliyê Netewên Yekbûyî (NY) ve jî hatiye nasîn û ser bi hikûmeta peymana netewî, li ser milîsên ser bi Îmarat-Misir-Rûsî  ku li binkeyek hewayî bicîh bibûn êrîşek li ser wan pêkanî û di encama wê êrîşê de 141 kesan jiyana xwe ji dest da û hat zanîn di nav kuştiyan de sivîl jî hene.

Li Lîbyayê hêzên milîs ên sêyem ku li ser hikûmeta peymana netewî ne, êrîş kirin ser hêzên milîs (Xelîfe Xeftar) ên Îmarat-Misir û Rûsyayê û di navbera wan her du hêzên milîs de pevçûnên bihêz pêkhatin. Milîsên hêza hewayî ya sêyem, êrîş kirin ser milîsên Xelîfe Xeftar û binkeyên wan ê Brak El-Şatî û di encama wê êrîşê de 141 kesan jiyana xwe ji dest da û hat zanîn di nav wan kuştiyan de sivîl jî hene.

Berdevkê Xelîfe Xeftar Ehmed El-Mesmarî ragehand êrîş dema rêveçûna leşkerî de pêkhatiye. Herwaha Mesmarî ragehand, leşkerên ku jiyana xwe ji dest dane bê çek bûne û piraniya wan jî bi awayê înfaz hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu