EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Elî Larîcanî kiryara Fransayê li Rêketina Navokî rexne kir

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li hevdîtina serokê komîsyona siyaseta derve ya meclis neteweyî ya Firansayê kiryara vî welatî li parastina Rêketina Navokî rexne kir û teqez kir: Mekanîzma INSTEX-ê ser kaxezê maye û cih nehatiye.

 Li gorî rapora ajansa meclisê, Elî Larîcanî, serokê meclisa Îranê îro şemiyê li hevdîtina Marîl Du Sarenz serokê komîsyona siyaseta derve ya meclisa neteweyî ya  Firansayê bal kişand vêya ku ser soz û qirarên  serokkomarê Firansayê bona  parastina Rêketina Navokî cih nehatine û got: Nûnerên meclisên her du welatan  dikarin roleka giring li biryardayînê hebin.

 Larîcanî bal kişand ser girîngiya peywendiyên aborî yên her du welatan û destnîşan kir: Li rewşa ku peywendiyên navbera bankan pêk nayê, şîrkerên her du aliyan jî dê nekaribin hevkariyên aborî hebin.

  Marîl Du Sarenz jî li vê hevdîtinê bal kişand ser giringiya peywendî û gotûbêjên parlemanî yên her du welatan û got: Firansa micid e ku Rêketina Navokî biparêze û Yekitiya Ewrûpayê jî ev viyana heye.

 Serokê komîsyona  siyaserta derve ya meclisa neteweyî ya Firansayê bal kişand  ser vê yekê ku  parastina ewlehiyê li navça Rojava Asyayê giring e û got: Firansa li dû çareserkirina  mesela Sûriyê û Yemenê ji riya rêçareya siyasî ye .

Başa dön tuşu