ÎranNûçeRojhilatanavin

Hişyariya Serokê Saziya Enêrjya Atomê ya Komara Îslamî ya Îranê bo tevlihevkerên Lihevkirina Navokî

Serokê Saziya Enêrjya Atomê ya Komara Îslamî ya Îranê hişyarî da aliyên ku dil hene Lihevkirina navokî biguherînin ku kiryareka visa dê bêbersiv nemîne.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya IRNAyê, Serokê Saziya Enêrjya Atomê ya Komara Îslamî ya Îranê, Elî Ekber Salihî li rêûrisma hevdîtina Newrozê digel kedkarên vê saziyê her wiha got: Dijmin divê bizanijn ku heke Lihevkirina Navokî vegere, tevî ku Îran bib tu awayî li dû rewşeka visa nîne, dê rewşeka nû bioafirîne.

Salihî her wiha got: Îran bi awayekî ciddî li dû berjewendî û hakimiyeta xwe ya neteweyî ye, lê heke Amerîka  ji vê lihevkirinê derkeve û ewropa û hêzxurtên din ji Lihevkirina Navokî paşve bikişin, teqez Îran dê bi awayekî din tevbigere.

Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1ê (Inglîs, Amerîka, Çîn, Rûsiye, Franse û Almanya) ji meha Çileya sala 2016an va ketiye ser riya cihanînê, lê dewleta Amerîkayê wek endamekî îmzekerê vê lihevkirinê hertim li warê cihanîna wê bêsoziyan dike.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê daxwaza guhertina naveroka Lihevkirina Navokî kiriye û hişyarî daye ku heke ev lihevkirin neyê guhertin, dê Amerîka jê derkeve,. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu