CîhanNûçeRojhilatanavin

Xwenîşandana li Newyork û Los Ancêlêsê bona nerizamendiya li hember qedexeya ketina misilmanan nav axa Amerîkayê

Bi dû pejirandina Dadgeha Bilind a Amerîkayê bi cihanîna fermana dijî koçberiyê ya Trump dijî welatiyên şeş welatên misilman, bajarên Newyork û Los Ancelês ên Amerîkayê, bûn şahidê xwenîşandan û kombûna jiber nîşandayîna nerizamendiya li hember vê fermanê û siyasetên dijî koçberiyê yên dewleta Amerîkayê.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Komara Îslamî (IRNA), xelkê bihêrs ê ku roja pêncşemiyê li meydana Times`ê li navenda Menhetena Newyorkê kom bibûn, hin nivîsar di destê wan de hebûn ku li ser wan nivîsîbûn, Na bo qedexeya ketina misilmanan nav Amerîkayê û Na bo kişandina dîwaran.

Ewan dijî dewleta Trump dirûşm didan û digotin: Siyaseta nijadparêziyê bidin sekinandin.

Xwenîşander gotin: Ev fermana cudatîxwez, wê ewlehiya Amerîkayê zêde neke. Eva karekî nijadparêz û tirsandina ji biyaniyan bûye û berovajiya nirxên Amerîkayê ye.

Li perrava rojava ya Amerîkayê, li bajarê Los Ancêlêsa eyaleta Kalîforniyayê jî, neraziyên li hember vê fermana Trump, kombûn li dar xistin û Koşka Sipî û Dadgeha Bilind a Amerîkayê, şermezar kirin. Xwenîşanderan dirûşmeyên wiha didan: Bilind bêje, Koçber hûn bi xêr hatin!

Wan herwiha dijî Trump û alîkarê wî yê yekem, Mayk Pêns, dirûşm didan û xwestin ku ew wêde were dayîn.

Beşdariya hin parêzer û mafzanan li vê kombûnê, berbiçav bû. Ev kesane amadetiya xwe jibo raberkirina şêwirînan jibo rêwiyên navneteweyî ku li balafirgeha Losancêlêsê, pêrgî pirsgirêka ketina nav welêt dibin, ragihandine.

Ev fermana Trump wê jibo mideha 90 rojan pêşiya dayîna vîzeyê jibo welatiyên welatên Îran, Lîbî, Sûmalî, Sûdan, Sûriye û yemenê û jibo mideha 120 rojan pêşiya qebûlkirina her cure koçberan bigire.

Nûnerekî kongireya Amerîkay jî fermana qedezeya ketina misilmanan nav vî welatî neqanûnî da zanîn.

Bênî Tamson, nûnerê demokrat ê Meclisa Nûneran a Amerîkayê û endamê komîteya ewlehiya neteweyî ya Meclisa Nûneran, bi neqanûnîzanîna fermana Donald Trump, dijî ketina welatiyên şeş welatên bi giştî misilman nav Amerîkayê, Koşka Sipî tawanbar kir ku bersiveka îqnaker li ser çawaniya cihanîna vê fermanê nedaye Kongireyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu