EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Elî Larîcanî: Pêbaweriya bi Yekîtiya Ewropayê êdî nemaye

Elî Larîcanî, Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê berêvara Yekşemiyê di hevdîtina digel Wolfgang Gerstêl, Serkê Koma Parlimanî ya Otrîş û Îranê li Têhranê her wiha got: Hin kêşe û pirsgirêk navbera du aliyan hene ku divê bênçareserkirin û Yekîtiya Ewropayê hin tevdîr li bara boykotên Amerîkayê li dijî Îranê girine ber xwe, lê Têhranê hîn encam û sûda wan nedîtiye û his nekiriye.

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê her wiha got: Rêberên Ewropa û Yekîtiya Ewropayê divê ku bi awayekî pratîkî pişta Îranê li hemberî boykotên Amerîkayê bigirin.

Larîcanî destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê li hemberî boykotan û biryara vê dawiyê ya Amerîkayê derbarê gihandina firotina nifta Îranê bo sifir, dê bersiveke tund bide Waşîngtonê.

Wolfgang Gerstêl, Serkê Koma Parlimanî ya Otrîş û Îranê jî di hevdîtina digel Larîcanî tevî pêgiriya li ser berfirehkirina pêwendiyên dualî digel Têhranê, got: Yekîtiya Ewropayê divê sozên xwe yên derheqê Lihevkirina Atomî cih bîne.

Başa dön tuşu