ÎranNûçeRojhilatanavin

Elî Larîcanî: Reftara dijminane ya Amerêkayê derheqê Komara Îslamî ya Îranê dê bêbersiv nemîne

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê got: Reftara dijminane ya Amerêkayê derheqê Komara Îslamî ya Îranê dê bêbersiv nemîne.

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî roja Sêşemiyê li hevdîtina bi Lars Norrodom, balyozê Norwêjê li Têhranê bal kişande ser pêendiyên serokên Yekîtiya Ewropayê digel Îranê piştî derketina yekalî û neqanûnî ya Amerîkayê ji Lihevkirina Atomiyê, got: Yekîtiya Ewropayê daxwaza kir ku Îran weke Amerîkayê tevnegere û derfetek ji bo hevkariyê were dayînê.

Larîcanî bi gotina vê yekê Îranê hin alîgir hene ku amade ne bi rêbazên din bi Îranê ra hevkariya xwe bidomînin, got: Komara Îslamî ya Îranê bi Azmeîkayê ra rûbirû ye û di dema pêwîst da dê bersiva guncan bide liv û tevgerên rayedarên vî welatî ji wan Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê.

Serokê Hêza Qanûndarêj a Îranê he wiha bi gotina vê yekê ku pêwendiya Îranê bi Norwêjê ra kevn e, got: Piştî Lihevkirina Atomî hn kompaniyên norwêjî li îranê çalak bûn.

Balyozê Norwêjê li Îranê jî bi gotina vê yekê ku pêwendiyên du welatan li çarçova pêwendiyên parlimanî da di asteka baş da ye, got: Divê hewil were dayînê ku pêwendiyên aborî û ticarî navebra du welatan xurt bibe.

Lars Nordorom tevî pêgiriya li ser vê yekê ku hewildana Norwêjê parastina Îranê di Lihevkirina Atomî da ye, her wiha got: Hevkariya Norwêjê bi Îranê ra li warê aborî û bazara kar û pêşeyê dê were domandin.

Başa dön tuşu