CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Elî Zeydan li Trablusê ji otelê ji aliyê kesên çekdar ve hat revandin

Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê (AA) li Trablusê kesên çekdar bi ser Otela Eş-Şark de girtin û Elî Zeydan birin cihekî ne diyar.

Nasnameya êrişkaran hê nehatiye zelalkirin û nayê zanîn bê êrişkar bi kîjan grûbê ve girêdayîne û sebeba revandina Zeydan çi ye. Heta niha ti rêxistinê revandina Zeydan negirtiye ser xwe.

Eli Zeydan di sala 2013an de dema serokwezîrtî dikir jî ji aliyê milîsên çekdar ên girêdayî Yekîtiya Operasyonên Şoreşger ên Libyayê hatibû revandin û piştî çend seetan serbest hatibû berdan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu