IraqNûçeRojhilatanavin

” Em ji bo rizgarkirina Mûsilê amade ne”

Serokerkanê Artêşa Iraqê Ferîq Rukin Osman Xanimî got, amadekariyên ji bo şerê Mûsilê hatine kirin temam bûne.

Xanimî got, ‘Hêzên ku dê beşdarî şer bibin li cihên xwe amade ne. Dê şer bi tenê li dijî terorîstên DAIŞê be.’
Serokerkanê Artêşa Iraqê Ferîq Rukin Osman Xanimî daxuyanî da rojnamevanan û wiha got: “Çend seetek mane ji bo destpêkirina şerê rizgarkirina Mûsilê, lewma em daxwazê ji xelkê bajêr dikin ku ji cihên ku çekdarên DAIŞê lê ne dûr bikevin û kom nebin û agahdarî rênûmayên Artêêşa Iraqê bin.”

Herwiha Xanimî got: “Artêşê hemû amadekariyên xwe kiriye, ti kêmanî nîn in, bi tenê em çarêya seeta sifr in, ew jî dê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî were îlankirin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu