IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Tenê 2 hêz dê derbasî nav Tileferê bibin

Serokwezîr û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê, Heyder Ebadî, ew hêz aşkere kirin, ku dê derbasî nav bajarê Tileferê bibin.

Îro çarşemî 23ê Mijdara 2016ê, piştî civîna Encumena Wezîran a Iraqê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ku hevdem Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê ye jî, di konfranseke rojnamevanî de amaje bi berdewamiya operasyona kontrolkirina Mûsilê kir û ragihad, ku milîsên şîe yên Heşda Şeibî naçin nava bajarê Tileferê.

Heyder Ebadî herwiha ew hêz jî aşkere kirin, ku dê beşdariyê di kontrolkirina navçeya Tileferê de bikin.

Di vê bareyê de Ebadî ragihand: “Hêzên Artêşa Iraqê û Polîsê Federalî dê Tileferê rizgar bikin û em hêvîdarin ku rûniştvanê wê bi zûtirîn dem vegerin ser cihên xwe.”

Li ser rewşa Iraqê û şerê Mûsilê jî, Ebadî diyar kir: “Niha Iraq ji hemû demî bihêztir e û hêzên ewlehiyê jî piraniya deverên parêzgeha Neynewayê (Mûsilê) kontrol kirine.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu