ÎranNûçeRojhilatanavin

Rexneya Iraqçî ji welatên ku çekên wan yên navokî hene

Ebas Iraqçî alîkarê hiqûqî û navnetewî yê wezîrê karên derve yê Îranê li gotinên xwe yên duh duşemê li rêûrisma salvegera peymannama jinavbirina çekên kçnavokî li New Yorkê got: Mixabin li 71 salên bihurî daxwaza bidestxistina çekên navokî ne tenê kêm nebûye ku li salên vê dawiyê zêde jî bûye.

Iraqçî bal kişande ser biryara Civata Giştî ya Rêxistiya Netewên Yekgirtî (NY) li sala 2013`an bona birêxistina civîna jinavbirina çekên navokî li 26`ê Îlona her sal û destnîşan kir; Hedefa vê civînê jinavbirina tam û qedexekirina qanûnî ya behregirtina ji çekên navokî ye.

Iraqçî destnîşan kir; Pêwîst e em hemû xebata xwe zêdetir bikin ta ku ew welatên ku çek û sîlahên navokî hene, çekên xwe ji nav biben.

Wî got: Jinavbirina gefên navokî, bona bidestxistina aşitî û ewlehiya cîhanî pêngaveke giştî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu