ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Emerîkayê firotina 7 milyar dular çekan bo Erebistan û hevpeymanên wê pesend kiriye

Emerîkayê firotina cebilxanên eskerî bi qasî 7 milyar dularî bo çar welatên erebî pesend kiriye.

 Li gorî rapora  Reutersê ev cebilxane mûşek û balefirên eskerî digrin ber xwe ku piraniya wan dê  bên şandin bo Erebistanê.

Li gorî vê raporê Pêntagonê peymaneke  3 milyar û 510 milyon dular jibo firotina 48 helîkopterên  Şînok ê guhestinê yên CH-47F bi matora pêtek û reşaşê bo ERebistanê eşkere kir.

Yekî din ji peymanên hanê  peyameke 3 milyar û 500 milyon  dularî jibo guhestina  27 Apaçiyên AH-64E  bo Îmaratê ye.

Emerîka li halekê Yekitiya xwe ya bihellahella bi Erebistanê re diparêze û tim çekên xwe difroşe vî welatî ku Erebistanê ji sala 2015an ve operasyona  xwe ya eskerî li dijî xelkê sivîl ê Yemenê destpê kiriye. Wer xûya dike Emerîka dixweze çavên xwe ser binpêkirina  berdewam  mafên mirovan ji aliyê Erebistanê girêde. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu