NûçeRojhilatanavinYemen

Firokeyên cengê yên Erebistanan Siûdiyê bendera Xoxeya Hedîdeyê dane ber bomban

Firokeyên bomberêj ên Erebistanan Siûdiyê berêvariya roja Îniyê, bendera Xoxeyê li parêzgeha Hedîdeya Yemenê dane ber bombeyan ku di encamê da herîkêm 8 masîgirên yemenî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî ragiahndina IRNA`yê, li dû êrîşa Firokweyên bomberêj ên Erebistanan Siûdiyê, masîgirekî din ê yemenî jî wenda bûye.

Erebistana Siûdiyê bi piştgirîya Amerîkayê û di bin siya bêîdengiya Rêxistina Neteqweyên Yekbûyî (NY) ji 26`ê Adara 2015`an va destdirêjiya xwe ya leşkerî li ser Yemen ê ûdorpêçkirina erdî, hewayî û deryayî ya vî welatî bi mheneya vegerandina Ebde Rebbe Mensûr Hadî serokomarê revîyayî û îstîfakirî yê Yemenê ser desthilatê dest pê kiriye.

Ji ber vê destdirêjiya leşkerî zêde ji 12 hezar yemeniyan hatione kuştin, bi dehan hezar kesî birîndar û bi miliyonan kes ji yemeniyan jî aware û bêşûnûwar bûne û gellek ji binavahiyên vî welatî kavil û wêran bûne (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu