ÎranNûçeRojhilatanavin

Emîr deryadar Seyarî: Meşqa leşkerî ya Welayeta 95`ê dê li xulgeha 10 ° bê lidarxistin

Fermandarê hêza deryayiya artêşa Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku wê Meşqa Leşkerî ya Welayeta 95`ê di meha Sibata 2017`an da li xulgeha 10° were lidarxistin.

Emîr deryadar Hebîbullah Seyarî roja yekşemiyê li merasima rêzgirtina li cangorî, pêşeng û malbatên şehîdên hêza deryayiya artêşa Îranê ku li Baxmûzeya Berevaniya Pîroz li Têhranê hat lidarxistin, bi gotina viya ku em salê 25 meşqên leşkeî li dar dixin, got: Meşqa leşkerî ya Welayeta 95 dê meha Sibata 2017`an li başûrê Oqyanûsa Hindê û li xulgeha 10° were lidarxistin.

Fermandarê hêza deryayiya artêşa Îranê her viha bal kişande ser şiyanên hêza deryayiya artêşa Îranê li warê berhemanîna amor û alavên bingehîn, got: Roja îro tîkeyên hesas ên alavên soberîbar li hundira welêt tên çêkirin û em şanaz in ku dewsa kirrîna ji derve, bi xwe amor û alavan çêdikin.

Emîr deryadar Seyarî her viha got: Heta niha sê hezar û 844 gemiyên ticarî û niftkêş li avên azad hatine skortkirin (parastin) ku hema nîvê gemiyênm skortbûyî li serdema Berevaniya Pîroz (Şerê sepandî yê heştsalî yê rêjîma Beisa Iraqê dijî Îranê) ne.

Wî got: Hêza dderyayî piştî meşiyana mesafeya 9 hezar û 500 maylî, li pêşerojê dê panatiya Oqyanûsa Etlesê jî derbas bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu