AborîCîhanEwropaNûçe

Krîza darayî li Royal Bank of Scotlandê jî xist

Royal Bank of Scotland, li seranserê Bîratanyayê biryar da ku 259 şaxên xwe bigre û 680 karmendên xwe ji kar derxe.Hukumeta Brîtanyayê ji %72 şirîkê vê bankayê ye. Sedemê girtina bankayên xwe, bikaranîna banka înternetê nîşan da.

Li gor ragihandina bankayê; xizmeta muşteriyên bankayê ji sala 2014an heya niha ji %40 kêm bûye. Lê bikaranîna banka înternetê ji %73 zêde bûye.

Piştî biryarê dê banka bi 744 şaxên xwe, li seranserê Brîtanyayê xizmetê bide. Di ragihandina xwe de her çendîn banka behsa bikaranîna online dike jî, wisa diyar dibe ku halê bankayê, ber bi krîzeka dinê ve diçe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu