ÎranNûçeRojhilatanavin

Emîr Ebdullahiyan: Palpiştiya siûdiyan li Emerîkayê bêfeyde ye

Huseyn Emîr Ebdulahiyan, alîkarê taybet ê serokê meclîsa şêwra îslamî ya îarnê li karûbarên navneteweyî tekez kir: Palpiştiya rejîmên Alê Siûd û alê Xelîfe bi Emerîkayê ji wan re bêhasil e .

 Rayedarên hin welatên erebî ji wan Erebistan û Behreynê şemiya heftiya buhurî li Riyazê tev Donald Trump serokkomarê Emerîkayê hevdîtin û gotûbêj kirin.

Huseyn Emîr Ebdullahiyan roja yekşemiyê li hevdîtina  Xalid Qudûmî serokê nivîsgeha tevgera Berxwedana  Îslamî ya Filistînê li Têhranê her wiha ser dewama piştgiriya  giştalî ya Îranê ji gelê bindest ê Filistînê tekez kir û got : “Sira serketin û serketina  dawiyê ya Filistînê li yekitiya  grûpên  filistînî û berxwedanê ye û Hizbullaha Libnanê, Hamas û cîhada Îslamî ya Filistînê xew ji çavên Rejîam  Siyonîstî rewandine“.

Huseyn Emîr ebdulahiyan bal kişand ser liv û tevgerên  bi şik ên Rejîma  siyonîstî li navçê û tekez kir: “Normalkirina  peywendiyên  hin welatên  erebî tev Rejîma  Îsraîlê dê cih neyê û Quds dê weke qibleya  ewil a misilmanên  cîhanê bimîne“.

Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwar îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî her wiha  hewldana  jibo pêkanîna  hevalbendiya  derew li navçê kiryarek li çarçêveya  jibîrkirina  mesela Filistînê û Qudsa Şerîf da zanîn û tekez kir ku  dê Filistîn wek ewlewiyeta  cîhana Îslamî bimîne.

Xalid Qudûmî serokê nivîsgeha tevgera Hamasê li Têhranê jî li vê hevdîtinê bal kişand ser vê yekê ku Hamas li raberkirina belgeya  xwe ya nû ji prensîpên  xwe yên berê paşde venekişyaye û got: “Li belgeya nû ya Hamasê ser parastina  yekperçetiya  erdê Filistînê ji “Behrê heta Nehrê“, bifermînasnekirina  rejîma Dagirkir a siyonîst, naskirina Qudsê wek qibleya misilmanan û vegeriyana hemî aware û koçberên  filistînî hatiye tekezkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu