ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên rêberê giranqedr ê cîhanê li hevdîtina malbatên şehîdên 7 Tîrê

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî duh berêvarê li hevdîtina komek ji malbatên şehîdên 7 Tîrê û malbatên şehîdên parêzvanê Heremê, ji mucahidet û têkoşana şehîdan û sebr û hedara malbatên şehîdan re rêz û hurmet girt û ew bingehên îqtidar û qaweta nizamê da zanîn û tekez kir: Tenê riya pêşketina Îrana Îslamî, vejiyandina ruhiyeta inqilabî û mucahidetê ye.

Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî di destpêka gotinên xwe ji ber heyamê şehîdbûna hezretê Emîr El-Muminîn Elî (s) serxweşî got û ew hezreta şehîdê herî mezin ê dîroka mirovahiyê û şehîdê mihrabê da zanîn û paşê bal kişand ser derbasbûna 35 salan ser buyera teqîna nivîsgeha Partiya Komara îslamî li 7 Tîrmeha sala 1360`an, 27 Hezîrana 1981`an û got: Sebebkarên vê cinayetê piştî revîna ji Îranê niha bi salan e ku li ber siya welatên rojavayê ne yên ku dawakarê pêşengbûna li warê dijberiya li hember terorîzmê û piştgiriya ji mafên mirovan in .
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ev mesela weke riswatiya mezin ji bo welatên ewrûpî û Emerîkayê da zanîn û got : Endamên vê grûpa terorîstî ew kesan in ku bi îdiaya berevaniya ji gel û heta berevaniya ji Îslamê tevlî xebat û têkoşanên gelê Îranê bûn, lê paşê karesatên mîna buyeya 7 Tîrê û terora xelkê sivîl cih anîn û serê axir ketin kêleka kesekî mîna Sedam û niha jî ji aliyê Emerîkayê ve tên piştgirîkirin.
Hezretê ayetullah Xamineyî buyera 7 Tîra sala 1360`an buyereke mezin da zanîn ku xwediyê ders û ibretên giring e û gilî û gazindên xwe ji ber kêmasî û kêmkariyên li bara nasandina buyerên giring ên Inqilaba Îslamî û şehîdan bo nivşa îro da xûyanê û destnîşan kir: piştî derbasbûna 35 salan hîn me berhemeke faxir û binirx li vê barê tineye û ger ev bûyera heya niha zindî maye tenê bi saya rûhiyeta inqilabî ya xelkê bûye .
27 Hezîrana 1981`an ji ber teqîna bombeyeke bihêz li salona civînên Partiya Komara Îslamî li Têhranê, ayetullah Seyid Muhemed Huseynî Bêhêştî serokê dîwana bilind a welêt tev 72 kes ji kesayetiyên siyasî û mezhebî yên Îranê şehîd bûn. Loma 21 heya 27 Hezîranê li rojhejmêra Komara Îslamî ya Îarnê wek heftiya Teşkîlata Dadweriyê hatiye binavkirin.
Hezretê ayetullah Xamineyî li dewamê bal kişand ser mesela berevaniya ji herêma ehlê beytê(s) û şehîdên berevanê heremê û got : Ev mesela ji buyerên ecayîb ên dîrokê ye ku hin ciwanên Îranê û welatên din bi îman û bawerî û armanca bihêz ji hevjîna ciwan û zarokên xwe û jiyana xwe ya rihet derbas dibin û dev ji wan ber didin û di welatekî xerîb li riya Xwedê cîhad û têkoşanê dikin û di vê riyê de şehîd dibin.
Rêberê Inqilba Îslamî pîlan û komployên grûpên terorîstî yên mîna DAIŞê mînakek ji van şêwazên tund û tûj jibo rawestana li ber Nizama Îslamî dan zanîn û got: Armanca sereke ya damezrandina grûpên terorîstî û kiryarên wan li Iraq û Sûriyê êrişa ser Îranê bû, lê hêz û qaweta Nizama Komara Îslamî ya Îranê bû sedem ku ew hema li Iarq û Sûriyê li erdê bikevin û şikestê bixwen.
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî her wiha destdirêjiya hikimdarên Behreynê ser alimê têkoşer û xebatkar şêx Îsa Qasim nîşana rûreşî û rezîliya wan da zanîn û tekez kir: şêx Îsa Qasim kesek e ku heya dema ku dikarî bi gelê Behreynê re biaxive ew ji hereket û reftarên tund û tûj û şerê çekdariyê dûr dikir, lê hikimdarên Behreynê nizanin ku destdirêjiya ser vî alimê xebatkar tê wateya rakirina berbebendan ji ser riya ciwanên hemasî û bicoş û biheyecan ên Behreynê jibo cihanîna her kiryarekê li hember hikûmetê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu