NûçeEfrîqaÎranRojhilatanavin

Emîr-Ebdullahiyan pêşwazî li wezîrê derve yê Omanê kir

Wezîrê karên derve yê Îranê li Tehranê pêşwazî li hevpêşeyê xwe yê omanî kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê karên derve yê Îranê roja Şemiyê li cihê Wezareta karên derve pêşwazî lir Seyid Bedir Bûseîdî wezîrê derve yê Omanê kir.

Wezîrên derve yên Îran û Omanê biryar e derbarê peywendiyên dualî û alûgorên navneteweyî û navçeyî bi hev ra biaxivin.

Emîr-Ebdullahiyan û Bûseîdî her wiha biryar e ku di press konferansê da bersiva nûçegihanan bidin.

Peywendiyên Îran û Omanê di çend dehikên dawî da tevî hebûna kêşeyên li Kendava Farisê û hewildana Amerîkayê ji bo zêdekirina tirsa ji Îranê hertim li gorî rêzgirtin û berjwendiyên hevpar bûye.

Başa dön tuşu