NûçeCîhanÎranRojhilatanavin

Emîr Ebdullahiyan: Rejîma Siyonîst sebebkarê teror û sabotajê li tevahiya navçê ye

Wezîrê Derve Husên Emîr Ebdullahiyan şeva borî ligel Wezîrê Derve yê Îmarat Şêx Ebdullah Bin Zayid civiya û derbarê mijarên dualî, herêmî û navdewletî de gotûbêj kirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan li hevdîtina tev hevtayê xwe yê Îmarata Erebî ragihand ku hebûna rejîma dagîrker li Qudsê dibe sedema nearamî û bêewlehiyê li navçê û sedema sereke ya teror û sabotajê li tevahiya navçeyê ye.

Emîr Ebdullahiyan got: Komara Îslamî ya Îranê dixwaze ewlehî û pêşketina cîranên xwe û navçeyê dabîn bike û destêwerdan û hebûna biyaniyan ji bo ewlehiya navçê zirar dibîne.

Başa dön tuşu