IraqNûçeRojhilatanavin
Emîrê DAIŞê Ebû Îshaq El Tunisî hat kuştin
Hat ragihandin ku emîrê DAIŞê Îshaq El Tunisî bi 4 cîgirên xwe ve li Mûsilê hatin kuştin.
Li gorî ragihandina Sputnîkê ji zarê çavkaniyên nûçeyan li Iraqê, emîrê DAIŞê yê bi navê Îshaq El Tunisî bi 4 cîgirên xwe ve li Mûsilê bi destê hêzên federal ên Iraqê ve hatin kuştin.
Fermandariya polîsên federal a Iraqê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di çarçoveya operasyonên rizgarkirina bajarê Mûsilê de berpirsê firqeya Hûfat û emîrê rêxistinê Ebû Ishaq El-Tûnsî li gel 4 cîgirên xwe li taxa Aboriyan hatin kuştin.
Herwiha Polîsên Fedral çeperên xwe yên pêşîn li navçeya Bab El-Tub, Hafet El-Nehir û Bab El-Bîd û Bab Cedîd bi çekên giran bihêzkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)