EwropaNûçe

Teqînek din li Brûksêlê qewimî

Medyayên Bêljîkê ragihandin ku dengê teqînê dema opêrasyona dijî têrorîsmê ya polîsan li Brûksêla paytexta Bêljîkê hat bihîstin.

Ajansa nûçan a Fransayê ji zarê mêdyayên Bêljîkê ragihand ku di encama vê opêrasyona polîsan da ku li devera Skarbîka Brûksêlê hat destpêkirinê da, kesek hatiye jiçekirin û tê gotin ku ev kesa ku gumanbarê têkiliya bi komên têrorîst ra bû, hatiye kuştin.

Ev opêrasyona polîsên Bêljîkê dijî têrorîstan li halekî pêk tê ku di encama teqînên têrorîstî yên çend rojan berî niha li balafirgeh û rawestgeheke Brûksêlê da zêde ji 34 kesî hatin kuştinê û zêde ji 200 kes jî birîndar bûn.Polîsên Brûksêlê heftiya buhurî li dayreyeke apartimanî li vê deverê madeyên teqandinê û aleke koma têrorîst a DAIŞ`ê peyda kiribûn.

Devera Skarbîka Brûksêlê devereke koçbernişîn e ku di çend rojên buhurî da bin çavdêriya hêzên ewlehiyê û medyayan da bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu