ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Emîrebdulahîyan: Heta dema ku hikûmeta Sûrîye bixwaze, Îran wê li Sûrîyê bimîne

Alîkarê taybet ê karên navnetewî yê serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê got: Heta dema ku hikûmeta Sûrîyê bixwaze ji alîkarîya misteşarî ya Îranê sûdê wergire, Komara Îslamî ya Îranê dê li Sûrîyê bimîne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Hisên Emîrebdulahîyan îro li rex merasima rêzgirtin û bibîranîna şehîdên êrişa têrorîstên DAIŞ`ê ser meclisa Îranê got: Îran her dema ku pêwîst be û dewleta Sûrîyê jî bixwaze dê li her devereke vî welatî opêrasyonê dijî têrorîstan organîze bike.

Di encama êrişa têrorîstên DAIŞ`ê ser Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê û mezargeha Îmam Xumêynî (S) li Têhranê ku di 7`ê Hezîrana sala 2017`ê de pêk hat, 18 kes şehîd û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Alîkarê taybet ê karên navnetewî yê serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê herwiha got: Di salên buhurî de amerîkî li rex DAIŞ`ê û piştgirên têrorîsmê bûn ta ku bigihêjin armancên xwe li halekî ku Îran, Hizbulah û Mêhwera Berxwedanê, têkoşîna dijî têrorîsmê bi awayekî cidî xistine destûrkara xwe.

Emîrebdulahîyan herwiha got: Pêngavên ku Hêzên Parêzvanên Tirbên Ehli Beytê (S) radikin, nîşan didin ku di esasê de Komara Îslamî ya Îranê û hevgirtîyên wê li rex artêşa Sûrîyê û Iraqê li hemberî têrorîsmê têkoşîyane û dinya divê qedrê Îranê û Mêhwera Berxwedanê bigire.

Komara Îslamî ya Îranê li gorî daxwaza fermî ya dewleta Sûrîyê di warê şerê dijî têrorîstên ku Amerîka, Erebistan û Rêjîma Sîyonîst pişta wan digirin, alîkarîyên misteşarî raberî hikûmeta Şamê dike ku ev yeka bûye sedema acizbûna amerîkî, siûdî û sîyonîstan.

Başa dön tuşu