ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Emîrebdulayiyan: Êrişa Amerîkayê ser axa Sûriyê dijî qayde û qirarên navnetewî ye

Alîkarê taybete serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê li karûbarên navnetewî got:Êrişa Amerîkayê ser axa Sûriyê dijî qayde û qirarên navnetewî ye.

Li gor rapora ajansa nûçan a SAHAR TV`yê, Husên Emîrebdulahiyan alîkarê taybete serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê li karûbarên navnetewî li hevdîtina tev Coliyo Haz baylozê Sûyîsê û parêzerê xêr û qazanca Amerîkayê li Îranê , bilî mehkûmkirina êrişa Amerîkayê ser axa Sûriyê got: Ev êrişa xêncî viya ku neêminiya li navçê zêde dike bûye sebeba baştirbûna morala û hesta terorîstên DAIŞ`ê û sebebkarên kiryarên terorîstî û ev kiryara dijî diroşmên hilbijartinî yên Donald Trump e.

Emîrebdulahiyan bal kişande ser jiçekbûna kîmyayî ya Sûriyê û rewşa siyasî ya başe siyasî li nav Sûriyê û serketinên artêşa vî welatî li meydanên şerê dijî terorîstan destnîşan kir; Pê berçavgirtina van babetan kes nikare dewleta Sûriyê bi bikarbirina çekên kîmyayî tawanbar bike û kesên ku li nav axa Sûriyê ji çekên kîmyayî istifade dikin, ew terorîstin ku hîn jî di destê wan da çekîn kîmyayî hene.

Alîkarê taybete serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê li karûbarên navnetewî herwisa bilî diyarkirina nîgeraniya xwe li hemberî karesata mirovî li nav axa Yemenê got: Destdirêjiya ser Yemenê bûye sebeba xela, karesata mirovî û zêdebûna terorîzmê li nav Yemenê û navçê.

Coliyo Haz baylozê Sûyîsê û parêzerê xêr û qazanca Amerîka li Îranê jî li vê hevdîtinê got: Her çend civînên zav dinavbera aliyên bi tesîr li ser Sûriyê hatine danîn û xebata ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê hatiye kirin lê dijî hevdu bûna xêrûqazancên her aliyekê bûye sebeb ku pêşketinên kêm li van gotûbêjan bê dest. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu