ÎranNûçeRojhilatanavin

Emîrebdullahiyan: Boykotên Ewrûpayê dijî Îranê derbê li derfeta gotûbêja tev Têhranê dixîne

Alîkrê ewil ê serokê meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê got: Boykotên Ewrûpayê dijî Îranê bi mihaneya piştevaniya ji Sûriyê derbê li derfeta gotûbêja tev Têhranê dixîne.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Huseyn Emîrebdullahiyan, alîkrê ewil ê serokê meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê li Twitterê nivîsî: Îran bi şanazî radigehîne ku hevrê digel hevalbendên xwe nahêle ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê û grûpên din ên terorîstî ser Sûriyê û navçê bi desthilat bibin û gereku cîhan ji ber vê yekê sipasiya Îranê bike.

Almanya, Fransa û Brîtanyayê bi vê îdiayê ku dixwazin Trump qanî bikin ku di nav rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 da bimîne, pêşniyar dane Yeketiya Ewrûpayê ku boykotên nû dijî Îranê bipejirînin ku ev boykotana van kesan digire ber xwe ku pêywendiya wan bi pilana mûşekî û xebatên Têhranê li Sûriyê heye.

Komara îslamî ya Îranê bi caran ragihandiye xebata hin welatên ewrûpî bona boykotkirina Îranê ya ne-navokî bona kêyfxweşiya serokkomarê Amerîkayê şaşitiyeke mezin e ku bi yeqîn li ser vê rêketina navokî û dewama wê bi bandor e.

Başa dön tuşu