ÎranNûçeRojhilatanavin

Emîrebdullahiyan: Nihêrîn û kiryarên siûdiyan bûn sedema berfirehbûna terorîsmê

Hisên Emîrebdullahiyan, alîkarê taybet ê serok Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê li karûbarên navneteweyî, li hevpeyvîna tev Ajansa nûçeyan a Spûtnîkê, herwiha got: Nihêrîn û kiryarên Erebistana Siûdî yên li navçeyê, di van rojana de, wek reftara li gorî çarçoveyên naskirî yên siyasî û li gorî aqilmendiyê ninin û belki em bikaribin bêjin ku li mijarên navçeyî, reftar û biryarên koma nû ya desthilatdar li Erebistanê, wekî karê dîn û zarokan e.

Emîrebdullahiyan destnîşan kir: Destdirêjiya Erebistanê ser Yemenê, bûyerek e ku kêm tê dîtin û bi rastî karekî wekî dînan bû ji ber ku Erebistan wekî yek ji welatên erebî yên herî dewlemend, êrişî yek ji welatên herî hejar ê erebî ku cînarê wê ye kir.

Alîkarê berê yê wezîrê karên derve yê Îranê, bal kişand ser vê yekê ku zêde ji 500 roj ji destpêbûna êrişa Erebistana Siûdî ser  Yemenê re derbas dibe û gellek ji alîv û binavahiyên Yemenê ketine ber êrişan û ji nav çûne û herwiha got: Gellek jin, zarok û mêrên sivîl ên yemenî hatine kuştin, li halekê ku Ryaz her ji destpêkê va dikarî meselên li ser Yemenê bi rêçareya siyasî çareser bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu